Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê li gundê Xanikêya Hezexê ji teref PKK/HDPyiyan ve bi çekên lûle dirêj hatibûn şehîdkirin ku ev bûyer zilmên ku di salên 90î de dihatin kirin û êşên dihatin kişandin cardin anî bîran.

Gundê Xanikê tenê gundek ji wan gundên ku PKK di salên 90î lê zilm û zordarî dikir e ku hêj gund wan rojên bi êş û elem ji bîr nekiriye.

Di xeberên ku me berî niha amade kiribû de me balan kişandi bû li ser şehadeta Ayşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatman Oz û her wiha li ser Huseyîn Demîrel û Abdulxefûr Bal.Ev kesên ku me navê wan jimart weke ku me berî niha jî gotibû ji teref PKKê ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin.

Gundiyên ku ji qetlîamên PKKê yên ku tê de zarok û pîrek jî hatibûn qetilkirin re bûbûn şahid û wê zilma ku di salên 90î de li rasta wê hatibûn û jiyabûn hêj tînin ziman.

Hamza Talayhanê ku hêj ji biçûkayiya xwe ve bi şehîdên dawî re hevaltî dikir diyar kir ew ji şehadeta şehîdan re bûye şahid û ji me re derheqê heyata şehîdan de agahiyan parve kir ku Hemze Talayhan him pismanê Abdulcelîl û him jî xalê Muhammedî ye.Me heyata her du şehîdên ku di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn şehîdkirin jê guhdar kir.

“Di wextê mektebê de rasta zilma PKKê hatin”

Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li gund mekteba navîn tune bû ew li YÎBOya li Hezexê xwendine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku em di malbateke dîndar de mezin bûn em hêj ji biçûkayiya xwe ve nimêja xwe dikir.Ji ber ku me li mektebê nimêj dikir kesên PKKyî tiştê nemayî anîn serê me.Nexasim PKKyiyên ku li lîseyê dixwandin li xewgehê her tim me nerihet dikirin. Û êrîşî me dikirin.Ji ber van êrîşan Şehîd Abdulcelîl du meh ji qedîna mekteban re mabû ku dev ji mektebê berda.Piştî zilma PKKyiyan mecbûr ma ku were Mêrdînê.Ez û digel her du şehîdan li Mêrdînê di heman mektebê de dest bi xwendina xwe kir. Hemd ji Xweda re ew her tim teqdîr werdigirtin.Me lîsê li Mêrdînê qedand.”

Hamza Talayhanê ku pismanê Abdulcelîlî bû di derbarê pismamê xwe de diyar kir wî Îbnî Qasim xwendibû û her wiha di warê Fiqih û Akaîdê de jî xwe pêşve xistibû.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd ji pola sêyemîn a dibistana destpêkê ve nimêj dikirin, ji bilî rojiyên ferz di rojên duşem û pênçşemê de jî rojiyên sinnet jî digirtin û nimêjên xwe digel cemaet li mizgeftê eda dikirin.”

“Bi helwesta xwe ya bi izzet cesaret dida me”

 Hamza Talayhan di berdewama axavtina xwe de qala xebatên Îslamî û hewldanên Abdulcelîl Talayhan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel me sohbetên birêkûpêk  tertîb dikir.Ew qas xebatên xweşik dikir ku di neticeya wan xebatên Îslamî de gelek semere hatin berhevkirin.Nêzî nod kesî tevlî sohbetan dibû ku sala yekemîn a dibistana navîn bi vî awayî xelas bû.Pişt re ji mecbûrî temamê hevalan hîcret kirin.Her tim zext û zordarî hebû.Tema tiştek ji me re lazim dibû em nikaribûn biçin sûkê û wî tiştî temîn bikin.Wek mînak dema ku me dixwast em bên gund, ajokarên dolmîşan me siwar nedikirin.Ji ber vê yekê hêj mektebê re 2 meh mabû ku em mecbûr man ku dev ji mektebê berdin.Piştî vê yekê me  berê xwe da Mêrdînê û me perwerdehiya xwe li wê derê domand.Li wê derê Şehîd Muhammed Şerîf jî tevlî me bû.Em tev de di heman malê de diman.Ji ber ku Şehîd Abdulcelîl ji me mezintir bû  ji me re wek penagehekî bû.Şehîd Abdulcelîl li mektebê bi wê helwest û rawestina xwe ya bi izzet cesaret dida me.”

 “Di warê edakirina nimêja şeveqê de gelekî hesas bûn”

Hamza Talayhanê ku di derheqê Abdulcelîl û M. Şerîf de agahiyan parve dikir diyar kir ew ji riyakariyê dûr bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev însan Xwedê nas dikirin. Em jî şahid in ku ew nimêjên xwe her tim li mizgeftê eda dikirin.Bi gotineke din di warê edakirina nimêja şeveqê de nexasim pir hesas bûn.Heger ku pêwîst be em qala xebatên wan ên Îslamî bikin em dikarin bi vî awayî bibêjin.Wek mînak dema ku li mektebê zîl lê dida hema derdiketin derve û xebatên xwe yên Îslamî dimeşandin.Ez gelek caran ji vê yekê re bûme şahid.Şehîd Muhammed Şerîf piştî ku şîva me ji me re amade dikir re kitêbekê digirt û ji bona ku em wextê xwe bi karên vala neborînin dest bi sohbetê dikir.”

 “Mal û canê xwe ji dawaya xwe re feda kirin”

Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji Mehmet Şerîf û Abdulcelîl gelekî aciz bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê sebebê ev her du şehîd hatin hedef  girtin.Şehîd mal û canê xwe di oxira vê dawayê de feda kirin.Rebbê min şehadeta wan qebûl bike.Ji ber ku ew qas dirist bûn ku hemû kes xweziya xwe li wan dianî.Rebbê min me ji rêya wan veneqetîne.Rebbê min, me jî naîlê şefaata wan bike.”

 Di bergeha guhdarkirina dosyaya şehîdên Xanikê de me guhdarkirina xwe bi gotinên Asîye Talayhana ku xanima Abdulcelîlî ye, Adîle Talahana ku diya Abdulcelîlî ye û bi gotinên Mehmet Şerîf Demîrê biraziyê Abdulcelîlî ye domand.

Asîye Talayhan dema ku qala zilamê xwe kir bi şikleke kelegirî wiha axivî: “Hemd ji Xweda re ku em di rêya Wî û Resûlê Wî de ne.Serê me bilind e “

“Eniya me bilind û rûyê em spî ye”

Asîye Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê him ji zarokên xwe re him ji malbata xwe re û him jî ji gundiyên xwe re gelekî baş bû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min terbiyeke xweşik da zarokên xwe. Ez heqê jê re helal dikim.Rebbê min bi wesîleya xwîna şehîdan vî xelkî şiyar bike û zaliman jî qehr û perîşan bike. Hemd ji Xweda re ku em di rêya Wî û Resûlê Wî de ne. Eniya me bilind û rûyê em spî ye.”

 “Ji 7 saliya xwe ve di nava doza Îslamî de bû”

Dê Adîle Talayhan jî di derbarê lawê xwe de diyar kir ew însanekî fedakar bû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zirara wî ji tu kesî re wî tune bû.Ez diya şehîdan im.Xweda vê mertebê ji teref me ve qebûl bike.Em di rê ya doza wî de ne.Lawê min hêj ji biçûkayiya xwe ve di nava doza Îslamî de bû. Li dijî dê û bavê xwe gelekî bi şefqat bû û li dijî zarokên xwe jî bi merhemet bû.Zalim tahûmmulî wî nekirin û wî şehîd kirin.Hemd ji Xweda re ku min ezîzê xwe di rêya Xweda de qurban da.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike û heqê me jî ji zaliman bistîne.”

 “Çiya û kevir ji vê qetlîamê re şahid in”

Mehmet Şerîf Demîr jî di derbarê birazî û xalê xwe de diyar kir ev qetlîama ku li Xanikê hatiye kirin ne qetlîama ewil e û wiha pê de çû: “PKK di salên 90î de Abdulxefûr û Huseyîn şehîd kiribû.Gundê me hêj ji mêj ve ji qetlîam û zextên ku PKK kirine re şahid e.Ji ber ku gundê me gundekî mutedeyyîn e her tim marûzî zext û zordariya PKKê bûye.Ji ber vê yekê  van însanên xweşik û bedew qetil kirin.Şehîd Abdulcelîl û Mehmet Şerîf hêj ji biçûkayiya xwe ve di nava vê dozê de ne û însaninan wiha bûn ku di camiyê de mezin bûn.Dersa Qur’anê standine û dane însanan.Ew ditirsiyan ku zirarê bidin mîroyekî .Lê bi xaîntî û bêbextî hatin şehîdkirin.PKK li ser vî xelkî lîstikan dileyze. Ji ber vê yekê pêwîst e xelk hişyar bibe.Li dûv her duyan jî malbatên çavbigirî man.Yek ji wan 5 zarokê wî yê din jî 4 zarokê wî hebûn. Van zarokan êtîm hiştin, her du malbatan bê sermiyan hiştin. Dê û bavê êxtîyar ê Abdulcelîl hene.Bi heman awayî yên Mehmet Şerîfî jî… Divê demildest şiyar bibin û ya heqiyê bibînin.Xweda Teala şehadeta her duyan jî qebûl bike.”

Ew ê berdewam bike.(ÎLKHA)