Komên berxwedanê ji 10ê Gûlanê vir ve di bergeha operasyona “Şûrê Qudsê” de bi hezaran mûşek avêtin bi ser îşxalkeran. Mûşekên ku hatin avêtin li  ser axên îşxalkirî îsabetî Askalan, Aşdod û Berşebayê kirin.

Di encama mûşekên ku îsabet kirin de di malên siyonistan de zirareke mezin pêk hat.

Komên berxwedanê her wisa hine baregehên leşkerî û bataryayên topvan jî hedef girtin.(ÎLKHA)