Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin PKK/YPGyê ku bi zorê çekan li Qamişloyê birêveberîyê di destê xwe de digre doh zam li heqê sotemenîyê kir ku ji ber vê yekê xelqê Qamişlo daket kolanan û nerazîbûna xwe li dijî zamê nîşan da.

Xwepêşandêrên ku beşdarî xwepêşanan bûn destnîşan kirin, rewşa wan a aborî qet nebaş e û di ser vê yekê de jî 4 qet zam li heqê sotemenîyê hat kirin ku divê ev zam bê betalkirin û problemên aborîyê bên çareserkirin.

Xelqê Qamişlo ya ku di bin hukumdarîya zordest a PKK/YPGê de ye destnîşan dike, bi vî awayî berdewam bike ew ê ji Qamişloyê koç bikin.(ÎLKHA)