Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê Eşref el-Kudra derbarê şehîd û birîndaran de daxuyanîyek belav kir.

El-Kudra di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber êrîşên ku hatin kirin li Xazzeyê heta niha 61 jê zarok, 36 jê pîrek tevde 212 Misliman şehîd bûn û hezar û 400 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)