Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistan êrîşên xwe yên hovane bênavber didomînin. Ji roja ku êrîş hatin destpêkirin vir ve rejîma siyonist û îşxalker li Xazzê 90 avahîyan bombebaran kir ku di nav bînayan de yên sîwîl û sazîyên hikûmetê jî hene.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ji ber êrîşên siyonistên terorîst heta niha 1235 Filistînî şehîd bûn.(ÎLKHA)