Nêzî hezar kes li Mizgefta Şakîr Nuhoglu ya li Artukluya Mêrdînê ye civîyan û ji siyonistên terorîst û îşxalker re bertek nîşan dan.
Piştî berteka ku hat nîşandan re ji bo Mislimanên Filistînî yên ku ji teref rejîma îşxalker û terorîst ve hatin şehîdkirin nimêja cenazê eda kirin. Nimêja cenazê ji teref Miftîyê Bajêra Mêrdînê Alî Hayrî Çelîk ve hat edakirin.
Piştî nimêja ku hat edakirin re ji bo Filistînîyan dia hat kirin û îşxalkerên terorîst hatin tel’înkirin.
Serokê Bajêra Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk, Serokê Bajêra Mêrdînê yê AK Partîyê Faruk Kiliç û gelek temsîlkarên sazîyan beşdarî merasîmê bûn.(ÎLKHA)
Video