Barzanî di peyama xwe ya îdê de îda temamê Mislimanan û Pêşmergeyan pîroz kir.

Deqa peyama Barzanî ya pîrozbahîya îdê wisa ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, ji hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibe cihê dawîhatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”(ÎLKHA)