Revançî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji ber  êrîşên rejîma siyonist gelek Filistînî canê xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn. Revançî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî divê ji cinayetên rejîma siyonist re bêdeng nemîne û pêwîst e ku Amerîka dawî li wê desteka ku ew dide îsraîl bîne.”(ÎLKHA)