Hamaeî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser ehemîyeta Filistînê û destnîşan kir: “Siyonistan ji roja ewil ve Filisitinê kirin baregaha terorê. Îsraîl ne welatek e, baregaha terorê ye. Ji ber vê yekê li dijî rejîma siyonistên îşxalker şerkirin wezîfeya her kesî ye.”
Hamaneî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, azadîya Filistînê bi wehdeta Mislimanan dibe û dû re wiha got: “Divê hedefa tekane ya welatên Mislimanan wehdet be. Ev hedef gelekî ne dû re û ne bê îhtîmal e. Divê ew wehdet li ser meseleya Filistînê û pêşeroja Qudsê bê avêtin.Hatina ba hev a Mislimanan a li dora Qudsê ji bo siyonstan û ji bi piştekên wan ên Amerîka û Ewrûpayî kabûs e.”(ÎLKHA)