Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomarê Tirkîyê derbarê mijarê de destnîşan kir, divê hêzên îşxalê yên îsraîl demildest ji Mescîda Eqsayê derkevin û dû re wiha got: “Em êrîşa polêsa îsraîl bi tundî şermezar dikin. Divê ev êrîşên menfur û bêperwa demildest bên sekinandin.”

Serokê Ragihandinê yê Serokomartîyê Fahrettîn Altun: “Em wê serdegirtina ku bo bombeyan li Mescîda Eqsaya  qibleya me ya ewil hat kirin bi tundî şermezar dikin.”

Fuat Oktay Alîkarê Serokomarê Tirkîyê: “Mescîda Eqsa axa Filistînê û qibleya ewil a Mislimanan e.”(ÎLKHA)