Bûyer li Borsaya Heywanan a li Çarikliya Sûra Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du terefên ku di navbera wan de hisûmet hebû li bazara heywanan li rasta hev hatin û pev çûn. Di encama pevçûna ku pêk hat de kesê bi navê Kemal I. li cihê bûyerê mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)