Xidir Xwedêdayê Rêveberê Nahiyeya Qehtaniye ya ser bi Şingalê ve ragihand, li sînorê Şingalê PKK ji bo mana xwe li devera Şingalê hemû karekî dike û karê herî dawî jî, komek xelkên sivîl li xwe kom kiriye û pere û otomobîl û zêrevan daye wan, ji bo ku piştgîriyê li PKKê bikin û çekdarên PKK li Şingalê bimînin, lê dîsa jî xelkê Şingalê yên ku piştgîriyê li PKKê dikin, nagehên %1ê.

“Li nahiyeya me xelk naxwazin vegerin ser malên xwe ji ber PKKê”

Xidir di berdewama daxuyanîya xwe ya ku damalpera KDP.info de ragihand: “PKK her rojê û tiştekî dike ji bo ku li Şingalê bimîne û Şingalê neyên derxistin, ji bo ku dizanin di dawiyê de divê ji Şingalê derkevin û ti rêyeke din li pêşiya wan nîne. Lewma niha xelkê Şingalê ji bo meramên xwe bikar tînin û bazirganiyê bi wan dikin, ku dixwazin wan bikin qurbanî û pirsgirêkan ji Şingalê re derxînin.Li nahiyeya me xelk naxwazin vegerin ser malên xwe ji ber PKKê, ku ji nava 15 hezar malbat tenê 450 malbat vegeriyane û yên din jî naxwazin vegerin. PKK xelkê Şingalê ji rê dibe û pere û otomobîl û zêrevan dane wan, ji bo ku her dema ku PKK re were gotin ji Şingalê derkevin, ew xelk rê bigrin û derkevin xwepêşandanan û bêjin bila PKK ji Şingalê dernekeve, vêga hêzên Iraqê guleyan bavêjin wan û sivîl bibin qurbanî.”

“Yên ku piştgîriya PKKê dikin, rêjeya wan naghê % 1ê û xelkê din jî hemû li dijî PKKê ne û dixwazin PKK ji Şingalê derkeve”

Xidir Xwedêda di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “Yên ku piştgîriya PKKê dikin, rêjeya wan naghê % 1ê û xelkê din jî hemû li dijî PKKê ne û dixwazin PKK ji Şingalê derkeve, ji ber ku xelk jî dizanin çawa rewşa ewlehiyê xer kirine û çawa dixwazin Şingalê wêran bikin, ew jî tenê ji bo berjewendiyên PKKê û ji bo mana çekdarên wan li Şingalê.”(ÎLKHA)