Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijdin li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her wisa di vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin.(ÎLKHA)