“Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin…”

Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir “Hemd ji Wî Xwedayî re be ku me gihand Remezana Şerîf a ku  meha rehmet, mexfîret û rizgarbûna ji agir e”  û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez hêvî dikim ku temamê alema Îslamê bi heqê wê ji feyz û bereketa meha Remezanê îstîfade bike.

Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de meha Remezanê bibe wesîle ku di navbera feqîr û zengînan de hevkarî çêbibe, di navbera  kesên îdarevan û kesên ku tên îdarekirin  de  pêwendîyeke bi qewet û musbet tesîs bibe.

Ji bo wan kesên ku di îsraf û luksîyê de dijîn, meha Remazanê fersendeke mezin e. Divê  ew sedema birçîbûna gel û sefalata di nav gel de lêkolîn bikin û bi wê ferqa mezin a di navbera tebeqeyên di civakê de rûbirû bimînin.”

“Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran”

Saglam di dawîya peyama xwe de destnîşan kir, bila Remezan bibe wesîleya xêr û bereketê û dû re wiha dawî li peyama xwe anî:” Ez hêvî dikim ku em tevde di meha Remezanê de ji bo rizgarîya wan mazlum û muztazafên ku mafên wan hatine xesbkirin û tên dagirkirin dia bikin. Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran. Remezana we mibarek be.”(ÎLKHA)