Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 915  hezar û 432 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  134  milyon  û  548  hezar û 728 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 573 hezar kesan.(ÎLKHA)