103 amîralên ku berî niha teqawîd bûbûn derbarê rojeva Peymana Tengavan a Montroyê de daxuyanîyek belav kirin.

Amîralên ku danezan belav kirin de destnîşan kirin: “Komareya Tirkîyê dibe ku bi tehdîd û rîskên ku dê ji bo hebûna Tirkîyê bibin xetereyên herî bi xetere re rû bi rû bimîne ku nimûneyên vê yekê di dîrokê de hene.”

Piştî vê daxuyanîyê ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve derheqê 103 amîralan de lêpirsîn da destpêkirin.(ÎLKHA)