Derbarê mijarê de ji teref komîserê polêsan ê Oromîayê Ararsa Merdasa ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Merdasa di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, îsyankarên ku endamê Artêşa Rizgarîyê ya Oromoyê ne bi çekan êrîş birin li ser sîwîlan. Di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 28 sîwîl mirin û 12 sîwîl jî birîndar bûn.(ÎLKHA)