“Bi vê sepana heyî şexsîbûna sûc û esasbûna bêsûcbûnê tên piştguhkirin, ji ber sûca nasê kesekî şexsê bêsûc jî tê sûcdarkirin ku heta ev sepan hebe ew ê mexdûrîyet berdewam bikin”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Her çi qas  teklîfa ku ji meclîsê re hatibe dayîn ji bo yekîneyên mîna adlîye, eskerî, emnîyet û îstîxbaratê hatibe dayîn jî ji ber ku pêşnîyaz ne eşkere ye dibe ku ev yek bibe sedema bêhiqûqîyan” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi vê sepana heyî şexsîbûna sûc û esasbûna bêsûcbûnê tên piştguhkirin, ji ber sûca nasê kesekî şexsê bêsûc jî tê sûcdarkirin ku heta ev sepan hebe ew ê mexdûrîyet berdewam bikin.”

“Vê bêhiqûqîya ku dê bibe sedema zêdetir mexdûrîyetan tesdîq nekin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo lêpirsîna ewlehîyê bang li temamê partîyên ku koma wan di meclîsê de hene kir û wiha got: “Nexasim ew reform û verastkirinên ku dê di warê hiqûqê de bên çêkirin divê li gorî temîna edaletê, şexsîbûna sûc û esasbûna bêsûcbûnê ya ku yek ji xalên hiqûqa gerdûnî ye bê amdekirin.Banga me ya ji bo temamê komên siyasî yên di meclîsê de ev e: Vê bêhiqûqîya ku dê bibe sedema zêdetir mexdûrîyetan tesdîq nekin.”(ÎLKHA)