Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku li dijî darbeyê daketin kolanan ji kolan û qadan venakeşin û artêş jî midaxeleya wan dike.

Tê diyarkirin dibe ku di encama midaxelê de hejmara mirîyan zêdetir bibe.

Ji ber darbeya ku hat kirin û ji ber mirinên ku pêk hat Amerîka temamê pêwendîyên xwe yên îqtîsadî da rawestandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya darbê de 2 hezar û 574 kes hatin binçavkirin û derheqê 120 kesan de jî qerara binçavîyê hat dayîn.(ÎLKHA)