Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qedexe bi talîmata Aryeh Derîyê qaşo Wezîrê Karên Hundir ê siyonistên îşxalker hatiye anîn.

Derbarê mijarê de ji teref ofîsê çapemenîyê ya Şêx Îkrîme Sabrî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, qerara qedexeya seyahetê ji teref îstîxbarata rejîma îşxalê ya siyonistan ve ji wan re hatiye teblîxkirin.(ÎLKHA)