Derbarê mijarê de ji teref Koodînatorîya Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve  li ser medyaya cîvakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Di bergeha ‘Bernameyên Mewlûdê ya 2021ê ya Bîranîn û Famkirina Hz. Muhammed(aleyhîsselam)’ de dê di 11ê Nîsanê de roja yekşemê bernameya mewlûdê ya bi navê  ‘Şîfaya Însanîyetê, Hezkirin û Muhabbeta Hz. Muhammed e’ li Qada Mîtîngê ya Newrozê bê tertîpkirin. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya xêran.”(ÎLKHA)