Qeza li mewqîya Barakfakîha navçeya Kestela Bursayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin TIRa ku frena wê teqîya wesayîtên li pêşîya xwe da ber xwe. Di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan û 9 jê giran tevde 21 kes birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn  hat destpêkirin.(ÎLKHA)