Qeza li ser 40emîn Rêbeja Aksaray-Ortakoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 68 BV 760 a ku ajokarê wê M.G. bû ji ber qeşaya ku ketibû erdê qeza kir.

18 kesên ku ji ber qezayê birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)