Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li 76 bajaran bi 41 hezar û 488 kesan re mutanta Îngîltere, li 9 bajaran bi 61 kesan re mutanta Afrîkaya Başûr, li bajarekê bi 427 kesan re mutanta New York û bi kesekî re jî mutanta Brezîlya hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên ku doh êvarî hatin belavkirin, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê zêdetirî 14 hezar kes bi vîrusê ketin û 67 kes jî ji ber Coronayê  mirin.(ÎLKHA)