Qeza di wextên şeveqê de li gundê Keçrenga girêdayê navçeya Sasona Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a ku ji gund ber bi navçê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji kontrolê derket û gindirî newalê.

Di encama qezayê de kesê bi navê Selîm û xweha wî ya bi navê Yasemîn Parlak canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê diyarkirin rewşa hinek birîndaran dijwar e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)