Di encama teqînên ku li barega leşkerî pêk hatin de heta niha 98 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 615 kesî jî birîndar bûn.

Teodoro Obiang Nguemayê Serokomarê Gîneyê Ekvator  derbarê mijarê de destnîşan kiribû, teqîn ji ber depoya dînamît û muhîmatê pêk hatiye.

Kesên ku di teqînê de birîndar bûn li nexweşxanê tên tedawîkirin. Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)