Qeza doh êvarî Xaçerêya Bipir a Dîclekentê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîteke ku zêde sûret kir bû sedema qezaya zincîrîn.
Di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn. Tê diyarkirin TIRek jî tevlî qezayê bû, lê cihê bûyerê nesekinî û dûr ket.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)