Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin vê şeveqê li Rihayê di ser çend kesan de hat girtin. Tê diyarkirin 11 kesên bi navê M.K, M.Ç, M.A, B.H, A.Ş, M.K, M.E.K, M.Y, M.Y, S.D û Y.S. yên ku di nav wan de dikandar, nivîksar û  perwerdekar jî hebûn bi hinceta belavkirin kovarê hatin binçavkirin.

Serokê Buroya Medyayê yê Tirkîyê yê Hîzb-ut Tahrîr Mahmut Kar derbarê binçavîyan de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “Îro li Rihaya ku bajara pêxemberan e zêdetiî 10 birayên me ji ber ku Kovara Koklu Degîşîm a hejmara Xîlafetê li xelqê belav kirine hatin binçavkirin.”(ÎLKHA)