Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê doh li derîyê sînor lêkolînên pêwîst kirin û derbasî civînê bûn. Di civîna ku hat lidarxistin de tiştên klu divê li derîyê sînor bên kirin hatin gotûbêjkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Çeto Salih ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Berdevkê Salih di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji bo ev derîyê sînor bibe fermî amadehî û xebatên pêwîst tên kirin.(ÎLKHA)