Ji ber minasebeta wefata Barzanî li welêt gelek bernameyên bîranînê tên tertîpkirin ku yek ji van bernameyan jî li Parlementoya Kurdistanê hat tertîpkirin.
Di bernameya ku hat tertîpkirin de Alîkarê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî axavtinek kir û destnîşan kir: “Mela Mistefa Barzanî mulkê hemû xelqê Kurdistanê ye û rêveberê demdirêj ê şoreş û bizava rizgarîxwaziya Kurdan kiriye.”
Mela Mistefa Barzanî di 1ê Adara sala 1979an de li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)