Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.
Vê heftîya qedexeya derketina derve di 26-1ê Adarê de bê tetbîqkirin.
Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 26ê Sibatê di seat nehê êvarî de dest pê bike û dê di 1ê Adarê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.
Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.
Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf in dê nikaribin derkevin derve.(ÎLKHA)