Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; li navçeya Dîkîlîya Îzmîrê, navçeya Kuşadasiya Aydinê, navçeya Ayvacika Çanakkalê û navçeya Ayvalika Balikesîrê  180 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin ber bi Tirkîyê û di behrê de mahsûr mabûn, hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)