Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 19-22yê Sibatê de hat tetbîqkirin.

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê ji êvara 19ê Sibatê di seat nehê êvarî de  dest pê kir û di 22yê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bû.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî man.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.(ÎLKHA)