Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku zêde dibare li Bidlîsê rêya 125 gundan, li Wanê rêya 211 gundan, li Colemêrgê rêya 162 gundan  û li Mûşê jî rêya 114 gundan hat girtin.

Ji bo rêyên ku ji ber berfê hatine girtin bên  vekirin xebat bê navber berdewam dikin.(ÎLKHA)