Doh êvarî bi mûşekan êrîş li baregaha leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat kirin.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê vê êrîşê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîşa ku hat kirin bi tundî hat şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “Em cardin dibêjin, ew ê dijmin û terorîst qetîyen nikaribin asayîş, hizûr û îmara Herêma Kurdistanê xera bikin.Bila gelê Kurdistanê dil rihet be, lewra Pêşmerge wek her car dê axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêze.”(ÎLKHA)