Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî! Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazanê” dest pê kirin.
Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.
Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin
- Ya Rebbî! Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.
- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.
-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.
-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.
Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan:
Îsal sê meh di 13ê meha Sibatê roja şemîyê dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye:
Qendîla Regaîbê: 18ê Sibatê Roja Pêncşemê
Qendîla Mîraçê: 21ê Adarê Roja Çarşemê
Destpêka Meha Şabanê: 14ê Adarê Roja Yekşemê
Qendîla Beratê: 27ê Adarê Roja Şemîyê
Destpêka Meha Remezanê: 12ê Gulanê Roja Çarşemê
Şeva Leyletul Qedrê: 8êGulanê Roja Şemîyê
Arefe: 12ê Gulanê Roja Çarşemê
Îda Remezanê: 13, 14 û 15ê Gulanê.(ÎLKHA)