Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 536 kesan û bi pêketina 7 hezar û 983 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 473 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derhe321ê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 67 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 536 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 473 hezaran.”(ÎLKHA)