Di encama lehîya ku rabû de heta niha 19 kes canê xwe ji dest dan û 202 kes jî winda bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Polêsê Uttarakhand ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, parçeyek ji qeşayîya Hîmalayê ket çemê Daulî-Ganga û lehî rabû.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)