Hevdîtin doh li Selahaddînê hat kirin. Di hevdîtinê de piştî danustandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û peywendiya dêrîna di navbera wan, tekez li ser bi hêztir kirina peywendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên dinên li Sûriye û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Barzanî bi dil ve behsa rewşa xerap ya Sûriye kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî giştgîr hebê ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku çend sale li holê daye. Her wiha Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.(ÎLKHA)