​​​​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 6 hezar û 670 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 112 kes ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 26 hezar û 797 kesan.(ÎLKHA)