Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny  protesto kirin û daxwaz kirin ku Navalny bê berdan.

Xwepêşandêrên ku li Qada Puşkîn kom bûn xwestin ku bi ber Kremlînê ve bimeşin, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn û hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku heta niha hatin lidarxistin de nêzî 6 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin

Xwepêşan bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin jina Navly jî hatiye binçavkirin.

Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.(ÎLKHA)