Hat ragihandin li nêzî Karaburuna Îzmîrê di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat.

Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Birêveberîya Rewşa Acîl û Afetê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin; li mewqîya Karaburuna Îzmîrê di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat.

Li gorî daxuyanîyê erdhej derdora seat 08.46an de pêk hat.

Li Îzmîrê piştî erdheja ku mezinahîya 5.1 bû re erdhejek din a ku mezinahîya wê 4.8 e pêk hatÎLKHA)