Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin.

Ahmed Bahrê Serokê Meclîsa Filistînê jî beşdarî sempozyumê bû û derbarê mijarê de axavtinek kir.

Bahr di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser ehemîyeta yekîtî û wehdeta di nav Mislimanan de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em pêkve li dijî dijmintîya Îslamê birawestin. Emperyalist her tim hewl didin ku di nav me de tefrîqa derkeve û em ji hev dûr bikevin. Her wisa hewl didin doza Filistînê dabeş bikin.Komployeke kîndar û genî di holê de heye. Ew gotin û çalakîyên ku ji teref Macron ve tên kirin zilma herî mezin a ku li hember Îslamê tên kirin e.Divê em tevde li hember van êrîşan birawestin.”(ÎLKHA)