Dı hevdîtina ku hat kirin de her du teref dûpat kir ku piştî destbikarbûna îdareya nû ya li Washingtonê, Amerîka bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û li hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanên li navçeyê û cîhanê berdewam dibe.

Di civînê de behsa derfetên veberhênanên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser girîngiya rexsandina bingeheke baş û keşêkê handerane ya veberhênan û sermayeguzariya biyanî li welat kirin, bi taybetî li rûyê yasayî, dadwerî û bankdarî ve heta ku bikarin li hemû waran da sûdeke zêdetir li sermayeguzarî û veberhênana Amerîkî û biyanî bi giştî bibînin.

Rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û kirdarên Da’îş û girîngiya hevkarî û hemahengiya artêşa Iraqê û Pêşmerge, berdewamiya piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhatan û koçber û penaberan, pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî, girîngiya parastina azadiya rojnamegerî û raderbirînê li Herêma Kurdistanê û çendîn babetên ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn beşeke dinê civînê bûn.(ÎLKHA)