Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 73 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de  2 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3466 kesan; her wisa bi pêketina 73 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 105 hezar û 912 kesan.(ÎLKHA)