Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî pîrozbahiyên xwe yên ji bo destbikarbûna îdareya nû ya Amerîka bi Balyozê wî welatî gihand û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê tekez li ser berdewamî û hemahengiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û her wiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)