Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  99 milyon û 329 hezar  û 288  kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 130 hezar û 422 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 25 milyon û 566 hezar û 789 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)