Li gorî daxuyanîya ku ji teref Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê ve hat belavkirin, li navçeya Bender Hemîra Hurmuzganê di mezinahîya 3,8an de erdhejek pêk hat. Li gorî daxuyanîyê erdhej 11 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat parêzgehên li ber kendava Fars xist bin tesîra xwe.(ÎLKHA)