Tê diyarkirin ji berfê, li Semsûrê rêya 23 gundan, li Bîngolê rêya 198 gundan, li Agirîyê rêya 273 gundan, li Xarpêtê rêya 88 gunda, li Erzîncanê rêya 184 gundan û li Erzeromê jî rêya 315 gundan hat girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berf tesîra xwe hêj li herêmê didomîne û ji bo rêyên ku ji ber berfê hatin girtin bên vekirin xebat bê navber tên domandin.

Li herêmê bilindbûna berfê li hinek cihan derket li ser metroyekê.(ÎLKHA)