Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 61 hezar û 567 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 8 milyon û 445 hezar û 59 kesan.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 1050 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 209 hezar û 296 kesan.(ÎLKHA)